Rûsya xwe amade dike da bersivê bide ‘destdanîna ser malên heyî’
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov, ragihand; eger welatên G7an dest deynin ser melên heyî yên Banka Navendî yên Rûsyayê, ew malên ku niha cemidandine, Rûsya lîsta malên heyî yên welatê Rojava amade dike da dest deyne ser wan.
Peskov, di civîna çapemeniyê ya Moskovayê de li ser malên Rûsyayê yên bi miqdarê 300 milyar dolarî ku hatiye cemidandin got; eger dest deyne ser wan malan, wê Rûsya çi bike axifî.
Peskov got ku tiştekî weha bi xwe diziye û weha dewam kir:
“Wê ev kiryar derbeyekî mezin li hîmê esasiya aboriya dinyayê bixe. Wê aboriya navdewletî bi ser hev de biherifîne. Wê weka garantoran, baweriya dewletên din ji Amerîka û YAyê bişkêne. Me ji berê de bersiva xwe analiz kiriye.”
Welatên Awrûpayê piştî şerê bi Ûkraynayê re heyiyên banka navendî yên Rûsyayê bi qederê 300 milyar dolarî dest danîbûn ser û cemidandibûn. Niha dixwazin wî pereyî bixwun.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin