Rûsya li avahiyên enerjiyê xist û Ûkrayna xwe amade dike da bersiva Rûsyayê bide

26 August 2024 23:15 0 dîtin
Rûsya li avahiyên enerjiyê xist û Ûkrayna xwe amade dike da bersiva Rûsyayê bide

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenski ragihand ku Rûsya êrîşên xwuryt biriye ser avahiyên bingehîn yên enerjiyê yên Ûkraynayê û Ûkranya xwe amade dike da bersiva rûsyayê bide.

Zelenskiy, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku Rûsya îro bi xwurtî êrîşê ser avahiyên bingehîn yên enerjiya Ûkraynayê kiriye, her weha Zelenski li ser rewşa eniya şer û êrîşên Rûsyayê yên ser devera Kurskê şiroveyan kir.

Zelenski got ku bi serokerkanê Ûkraynayê bi Oleksandr Sırskiy re hevdîtinekî dirêj kiriye û got:

“Bêbandorkirina êrîşa Rûsyayê ya fuzeyan, bersiva ku em ê bidin Rûsyayê (em xwe amade dikin), bikaranîna balafirên F-16an û em li ser mijara devera Kurskê axifîn. Li herêma Kurskê tevgerên me li gor dilê me dimeşin. Me îro zêdetir kontrola xwe zêde kir û fon a guhertina dîlan hat nûhkirin.”

Zelenski ragihand ku di civînê de ji serokerkan Sırski li ser rewşê û tamîra tehrîbatan raporê sitendiye û weha dewam kir:

“Xebat wê roj û şev dewam bikin. Em li ser tehrîbatên tesîsên enerjiyê û parastina wan axifîn. Di mijarê de çend birayrên girîng hene ku me daye. Rûsya îro herî kêm bi 127 fuzeyan û 109 doronan êrîşê Ûkraynayê kir.”

Zelenski ragihand ku li baregehê, li ser sîstema şer ya bergiriya hewayî û elektronîkî, tîmên mobîl yên sîlihberdanê, berhemdariya parastina endazyariyê tev analîz kirine, biryarên baş dane, tamîrata tesîsan, paqijkirina mayînan dewam dike, li hinek deveran Rûsya bi bombeyên mîsketan li tesîsên Ûkraynayê daye, berya endazyarên tamîratê dest bi karên xwe bikin divê pisporên bombeyan li deverê xebat bikin da ji teqemeniyan deverê paqij bikin.