Amerîka bo malên Yekîtiya Awrûpayê baca gumrikê danî

09 April 2019 23:15 0 dîtin
Amerîka bo malên Yekîtiya Awrûpayê baca gumrikê danî

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wê bo malên Yekîtiya Awrûpayê ku bihayê wan li dora 11 mîlyar dolariye, baca gumrikê deyne. Trump nûçeyê di ser hesabê xwe yê twitterê de belav kir û weha got:

“Rêxistina Bazirganî ya Dinyayê tesbît kir ku ew subvansiyonên Yekîtiya Awrûpayê bo Airbus ê daye, bi awayeka xerab bandorê li Amerîkayê kiriye. Niha wê Amerîka bo malên Yekîtiya Awrûpayê ku bihayên wan li dora 11 mîlyar dolariye, baca gumrikê ji wan re deyne. Yekîtiya Awrûpayê bi salaye ku di bazirganiyê de ji Amerîkayê fêde dibîne. Wê ev, di nêz de biqede.”