Serkêsê Pentagonê: Serê bi Çînê re teqez e
PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Lloyd Austin destnîşan kir ku şerê bi Çînê re teqez e.
Austin li xwe mikur hat ku ew ji hevpeyvîna bi Wezîrê Parastinê yê Çînê Dong Jun ne kêfxweş e û got ku şer û pevçûna bi Çînê re teqez e.
Ev gotinên Wezîrê Parastinê yê DYAyê Lloyd Austin piştî hevdîtina wî bi hevtayê xwe yê Çînî Dong Jun re hat.
Singapur’daki Shangri-La Dialogue hükümetler arası güvenlik konferansında konuşan Austin
Austin di Konferansa Ewlehiyê ya Nav Hikûmetan a Sîngapûrê (Shangri-La Dialogue) de axivî û got: “Her axaftinek bi wî re wê ne xweş be, lê ya gring ew e ku em bi hev re biaxivin.”
Serokê Pentagonê destnîşan kir ku divê Washington û Pekîn ji bo rîskên ‘hesab û têgihîştina şaş’ bi hev re bi hev re bixebitin û wiha dom kir: “Li gorî min şer û pevçûna bi Çînê re ne nêzîk e, lê belê teqez e.”
Wezîrê Parastinê yê DYAyê Lloyd Austin û hevtayê wî yê Çînê Dong Jun, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Nav Hikûmetan a Sîngapûrê de hevdîtinek pêk anîn.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Pentagonê ve hate dayîn de hat diyarkirin ku civîna ku 75 xulekan dom kiriye "profesyonel û vekirî" bûye.
Di hevdîtinê de rahênana azmûna mûşekî ya dawî ya Çînê ya li Tengava Taywanê , rewşa Ûkraynayê û “provokasyonên” Koreya Bakur hatin gotûbêjkirin.
Hate ragihandin ku di vê hevdîtinê de Austin, aciziya xwe ya ji ber angaşta ku Çîn piştgiriyê dide kerta parastinê ya Rûsyayê re aniye ziman.
Serkêşê Pentagonê diyar kir ku ger ev piştgirî bidome wê DYA û hevalbendên wê, wek pêdivî, tedbîrên nû bistînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin