Kremlînê bersiv da Macron: Serê NATO û Rûsyayê teqez dibe

27 February 2024 15:23 0 dîtin
Kremlînê bersiv da Macron: Serê NATO û Rûsyayê teqez dibe
PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku eger welatên rojava leşkeran bişînin Ukraynayê, egera şerê NATO û Rûsyayê dê "teqez" bibe.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li paytext Moskowê di daxuyaniya çapemeniyê de li ser daxuyaniyên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku gotibû divê şandina leşkeran a Ûkraynayê "derî egerê nemîne" nirxand.

Peskov destnîşan kir ku hatina rojevê ya vê egerê bûyereke nû û gring e û wiha got:
 "Me berê hemû aliyên din ên daxuyaniya Serokomarê Fransayê bihîstibû û li ber çavan girtibû. Helwesta Macron a li hemberî Pêdiviya têkbirina şikestineke stratejîk li Rûsyayê em baş dizanin."

Peskov pirsa rojnamegeran a "Gelo eger welatên rojava leşker bişînin Ûkraynayê, wê di navbera NATO û Rûsyayê de nakokî çêbibin an na?" wiha bersivand: "Di vê rewşê de divê êdî em qala egerê nekin a nevegerînê bikin. Em vê yekê wiha dinirxînin. "

Peskov, da zanîn ku divê welatên NATO'yê van kiryaran bi baldarî binirxînin û wiha dom kir: "Divê ji xwe bipirsin gelo ev yek li gorî berjewendîyên wan û ya herî girîng jî li gorî berjewendîyên welatiyên wan e yan na?."

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di derbarê şerê Ûkrayna û piştgiriya welatên Ewropa ya ji bo Ûkraynayê de gotibû ku di nav welatên Ewropayê de li ser şandina leşkeran a Ûkraynaya ku 2 sal in li dijî Rûsyayê berxwe dide de lihevkirinek tune ye, lê belê divê ev eger neyê paşguhkirin.