Maas bersiva Macron da: Pêdiviya me hê bi NATO heye

10 November 2019 19:11 0 dîtin
Maas bersiva Macron da: Pêdiviya me hê bi NATO heye

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas ji bo Spiegel Online gotarek nivîsand û tê de behsa nîqaşên li dorûbera NATOyê kir ku Serokomarê Fransa Emmanuel Macron gotibû, ‘Mirina mêjî ya NATOyê pêk hatiye’.

Maas dibêje, “Ji bo Almanya têkdana NATOyê xeteyeke eşkere ye. Di vê rewşê de, bêyî Amerîka ne Almanya, ne jî Ewropa dikare xwe bi awayekî bibandor biparêze.”

Heiko Maas got, "Pêdiviya me hîn salên domdirêj bi NATOyê heye. Lewra NATO nûnertiya barsivikirinê, hevkariya navnetewî û piralîbûnê dike.”