Efserê berê yê Brîtanya ku bi sîxuriya Çînê dihate darizandin mirî hate dîtin
PeyamaKurd - Efserê berê yê Hêza Deryayî ya Keyaniya Brîtanyayê Matthew Trickett ku bi alîkariya xizmetên sîxurî ya Çînê dihate darizandin, mirî hat dîtin.
Polîsê Brîtanyayê ragihand ku Trickettê ku Dadgeha Brîtanyayê beriya hefteyekê ew bi berdêla pare serbest berdabû, betirpêr mirî hatiye dîtin.
Li gorî AFP, Polîsê Thames Valley diyar kir ku Matthew Trickett ê 37 salî, roja Yekşemê, piştî ku welatiyan reyedaran agahdar kiriye, li parkek li Maidenhead a rojavayê Londonê mirî hatiye dîtin.
Li gorî ajansa PA ya Brîtanî, Trickett herî dawî wekî karmendê koçberiyê û lêkolînerê taybet xebitiye.
"Sedemê mirina wî nehatiye hînbûn"
Polêsê Londonê diyar kir ku lêpirsîna di derbarê mirina Mattehw Trickett de didome û ragihand ku hê jî sedema mirina wî nehatiye hînbûn.
Li gorî ajansa Brîtanî, Trickett di 21ê Sibatê de dema ku ew karmendê kontrolê yê Frokexaneya Heathrow bûye, beşdarî Karûbarên Kontrolkirina Koçberiyê ya Wezareta Navxweyî bûye.
Trickett yek ji sê tawanbarên doza sîxuriya Hong Kongê bû.
Gumanbar Chi Leung Wai, Chung Pyo Yuen û Trickett di destpêka Gulanê de hatibûn binçavkirin û ji hêla Dadgeha Tawanên Aştiyê ya Westminster ve bi kefalet hatibûn serbestberdan.
Sê gumanbar bi tevlêbûna çalakiyên tomarkirina agahdarî û çavdêriyên di navbera 20ê Kanûna 2023 û 2yê Gulana 2024an ên ji bo piştgirîya gring a karûbarên sîxuriya biyanî, dihatin tawanbarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin