Serokê berê yê Partiya Karkeran a Brîtanyayê Corbyn spasiya Selahattin Demirtas kir

20 June 2024 08:59 0 dîtin
Serokê berê yê Partiya Karkeran a Brîtanyayê Corbyn spasiya Selahattin Demirtas kir

PeyamaKurd – Serokê berê yê Partiya Karkeran a Brîtanyayê Jeremy Corbyn ji ber peyama piştevaniyê spasiya Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye kir.

Serokê berê yê Partiya Karkeran a Brîtanyayê û namzedê serbixwe yê parlementeriyê yê hilbijartinên giştî yên 4ê Tîrmehê Jeremy Corbyn, ji ber peyama piştgiriyê ya Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku li girtîgeha Edîrneyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî spasiya wî kir.

'Divê têkoşîna aştî û edaletê bi ser bikeve'

Corbyn di peyama xwe ya ku bi wêneyê nameya piştgirîya Demîrtaş a bi Tirkî û Îngilîzî re parve kiribû de wiha got:

“Spas ji Selahattin Demirtaş re ji bo nameya piştevaniyê ya ku ji zindana Tirkiyê nivîsandibû û bi neheqî girtina wî berdewam dike. Divê li Tirkiyeyê û li hemû cîhanê têkoşîna azadî, aştî û edaletê bi ser bikeve."

Peyama piştgiriyê ji Demîrtaş

Selahattin Demirtaş di peyama piştevaniya Corbyn de di hilbijartinên 4ê Tîrmehê de serkeftin jê re xwest û diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku hevalên wî yên li Îngilistanê wê piştgiriyê bidin wî.