Boris Johnson bû serokê partiya mihafezekar û dibe serokwezîrê Brîtanyayê

23 July 2019 15:53 0 dîtin
Boris Johnson bû serokê partiya mihafezekar û dibe serokwezîrê Brîtanyayê

PeyamaKurd - Partiya Mihafezekar a Brîtanyayê Boris Johnson wek serokê nû yê partiyê hilbijart û Johnson li şûna Theresa May dibe Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê. 

Serokwezîra Berê ya Brîtanyayê û Seroka Berê ya Partiya Mihafezekaran Theresa May dest ji kar berdabû.

Piştî destberdana kar a May, di nava partiyê de rikeberiya bidestxistina herdu postên serokwezîrî û serokatiya partiyê di navbera Boris Johnson û Jeremy Hunt de dest pê kiribû.

Boris Johnson ku wezîrê karên derve yê Brîtanyayê bû, di dema şerê li dijî DAIŞê de, serdana Herêma Kurdistanê jî kiribû û di wê serdanê de çûbû Kela Dîrokî ya Hewlêrê û serdana çeperên Hêzên Pêşmerge li eniyên şer jî kiribû.