Dadgeha Brîtanyayê toreke mezin qaçaxçîtiya koçberên Kurd ceza kir
PeyamaKurd - Dadgeheke Brîtanyayê toreke mezin a qaçaxçiyan, bi tometa veguhestina bi sedan koçberên Kurd ên Herêma Kurdistanê bo Brîtanyayê siza kir.
Dadgeha bajarê New Castle yê Brîtanyayê 6 kes bi tometa qaçaxçîtî û veguhestina neqanûnî ya bi sedan koçberên Kurd ên Herêma Kurdistanê bo Brîtanyayê ceza kir, lê diyar nekir ka çi ceza bo wan hatiye dayîn.
Ajansa Niştîmanî ya Tawanan li Brîtanyayê ragihand, “Ew şeş tometbar ku Kurd jî di nav de ne bi navên Mihemed Zade, Parêz Ebdula, Xalid Mehmûd, Bêston Salih û Gorbret Sing û Marik Soshanich pareke toreke bazirganîkirina bi mirovan bûn û bingeha wan li bajarê Teesside yê Brîtanyayê bû. Berê jî sala 2017ê li beranberî wergirtina 5 hezar heta 10 hezar paundan gelek kes bi qaçaxî veguhestine Brîtanyayê.”
Wan tawanbaran bi awayekî neqanûnî di erebe û barhilgiran de gelek koçber veguheastine Brîtanyayê. Wan ew koçber ji welatên Fransa, Belçîka û Holandayê rakirine û derbasî Brîtanyayê kirine.
Beriya niha jî sala 2018ê wê ajansê parve kiribû ku, di operasyoneke mezin a li dijî toreke berguman a tawanan, 21 bergumanên ku bi eslê xwe Kurd in û bi veguhestina neqanûnî ya bi sedan Kurdên Herêma Kurdistanê tometbar in li Brîtanyayê hatine desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin