Dadgeha Brîtanyayê plana sandina koçberan a bo Ruandayê red kir: Ne yasayî ye!
PeyamaKurd – Dadgeha Îstinafê ya Brîtanyayê daxwaza hikûmetê ya şandina koçberan bo welatê Ruandayê red kir.
Beriya niha hikûmeta Brîtanyayê bernameyek dabû ber xwe ku ji bo rêgiriya koçberan, wan bişîne Ruandayê û ligel hikûmeta welatê Ruandayê mesrefên koçberan jî dabîn bike.
Dadgeha Îstinafê ya Brîtanyayê plana hikûmetê ya şandina penaxwazan bo Ruandayê red kir û ragihand ku ew plana tê kirin ne yasayî ye.
Sê dadwerên payebilind ên îstînafê bi eşkerekirina biryara îro ya Dadgeha Îstinafê ya Londonê diyar kirin ku Ruanda bi piraniya dengan nikare wekî welatekî sêyemîn yê ewle were hesibandin.
Tê çaverêkirin hikûmeta Brîtanyayê îtirazê li biryara dadgehê bike.
Hikumeta Brîtanya plan dikir ku koçberan bo welatê Ruanda yê Afrîkayê ku 6 hezar û 400 km dûrî Brîtanyayê ye bişîne û mesrefên wan jî dabîn bike.
Deshilatdariya Partiya Muhafezekar ya bi serokatiya Serokwezîr Rishi Sunak, soz dabû ku pêla koçberiya ber bi welat ve bi dawî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin