DYA, dest bi sandina koçberan ya Guantanamoyê kir

06 February 2025 21:41 0 dîtin
DYA, dest bi sandina koçberan ya Guantanamoyê kir

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya DYAyê ragihand ku koçberên çûne DYAyê, bi balafirên leşkerî wan şandine Kendava Guantanamoyê, baregeha deryayê ya leşkerî. Koçberan, weka ‘sûcdarên tehdîdên tund’ binav kirin û dîmenên operasyonan parvekirin.

Serokê Amerîkayê Trump ferman dabû ku li Guantanamoyê ciyekî li gor 30 hezar kesî amade bikin.

Di parvekirina medya civakî ya Pentagonê ya di ser Xê de xwuya dike ku koçber bi balafira leşkerî daxistine baregeha Guantonamayê.

Di videoya 1,5 qedeyê de, nîşan dide ku koçberan bi zincîran, bi dest, ling û noqa wan ve girêdayîne û her yek ji wan ji aliyê 2 leşkerên DYA de, bi milên wan girtine û wan dibin baregehê. Li binê vîdepoyê dinvîse ku:

“Koçberên bê serûber sûcdarên tehdîdê yên tund in. Van sûcdaran ji bo di civaka me de şiddetê û tevliheviyê bikin, ew sînorê me yê berê ku me sist hiştibû, binpêkirin. Serok Trump ji bo wan ji welatê me derxe bilez ket nav tevgerê û li welatê me yên herî baş, ji bo pêşvaniyê destekê didin me.”