Serok Barzanî bi Balyozê Brîtanyayê re civiya: Biryarên Dadgeha Federal hatin gotûbêjkirin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 13ê Adarê li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hitchen kir.
Baregeha Barzanî ragihand ku di hevdîtinê de danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên herêmê, rewşa ewlehiyê û hewldanên bo parastina îstiqrara herêmê hate kirin.
Di civînê de her du aliyan, dîtin û nerînên xwe li ser hilbijartina Serokê Civata Nûnerên Iraqê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û biryarên Dadgeha Federalî anîn ziman.
Herwiha rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê jî di hevdîtina Serok Barzanî û Balyozê Brîtanyayê de hatin axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin