Pentagon xwe amade dike da desteka leskerî ya îlawe bisîne Îsraîlê
PeyamaKurd – Şêwirmendê ewlehiya netewî yê Koşka Sipî John Kirby ragihand ku Pentagonê li ser îhtîmala êrîşa Îranê ya ser Îsraîlê xwe amade dike da desteka îlawe ya leşkerî bişîne Îsraîlê. Di telefona serokê DYAyê ya Joe Biden de ku bi Netenyahu re axifiye, behsa vê mijarê kirine.
Kirby, ragihandina xwe di bernama bi CNNê re kir û li ser Rojhilata Navîn û tewrê Amerîkayê axifî û behsa hesasiyeta Biden ya di derbarê ewlehiya Îsraîlê de dubare kir. Kirby, li ser mijara ku leşkerên ku Îran bişîne cepha şer, got:
“Ez niha nakevim hûrahiya mijarê. Îran Îsraîlê tehdîd dike. Divê em piştrast bin û li herêmê xwediyê çavkaniyanên rast bin. Niha wezareta me ya bergiriyê li ser mijarê dixebite.”
Li ser pirsa bê dê Amerîka leşker an alavên leşkerî bişînê Îsraîl de Kirby got:
“Bi îhtîmalekî mezin wê here dû bin jî. Dema em çekan bişînin, divê em wan kesên karibin çekan bikarbînin jî bişînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin