Pentagon amadekariyên Sûriyê dike!
PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji bo ku mijara çekên kîmyewî yên ku li Sûriyê hatine bikaranîn binirxînin amadekariyên xwe dike. Di nava van amadekariyan de rêyên çekdarî jî hene.
Berdevkê Sererkaniya Amerîkayê Serheng Patrick Ryder daxuyaniyek da û got ku Serokê Sererkaniyê General Joseph Dunford gelek rê danîne ber Serok Trump. Lêbelê di derbarê van rêyan de hûrgilî nehatin dayîn.
Li ser pirseke ku dibêje “gelo rêya çekdarî jî di nava van rêyan de ye?” Patrick got ku wêneyên ku me dîtin fecaet in. Bi rengekî qetî rêya çekdarî jî ji bo me rêyek e.
Ji berdevkên Pentagonê Eric Pahon jî got em ê gelek teklîfan li Serok Trump bikin. Di nava van teklîfan de yên siyasî û yên çekdarî jî hene. Lêbelê divê Serok Trump biryarê bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin