Polonya: Heger hewce bike, em ê sînorên xwe bigirin

29 August 2023 17:00 0 dîtin
Polonya: Heger hewce bike, em ê sînorên xwe bigirin

PeyamaKurd- Wezareta Karên Navxweyî ya Polonyayê daxuyanî da û destnîşan kir ku 4 welatan li ser wê yekê li hev kiriye ku di nav wan biryaran de girtina sînoran jî heye.

Hat diyarkirin ku wezîrên karên navxweyî yên Polonya, Lîtvanya, Letonya û Estonyayê îro li Varşovaya paytexta Polonyayê civiyan. 

Li gorî hat ragihandin, di hevdîtinê de rewşa ewlekariya niha ya li sînorên Yekîtiya Ewropayê yên ligel Belarûs û Rusyayê hat nirxandin. 

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî ya Polonyayê de li ser biryar û naveroka civînê ev daxuyanî da:

"Ji nîvê sala 2021ê û bi vir ve 4 welat bi zexteke bêhempa ya koçberiya neqanûnî re rû bi rû ne ku ji aliyê rejîma Belarusî ve bi eşkere ji aliyê Rusyayê ve tê piştgirîkirin û bi awayekî sûnî pêk tê. 

Ev êrîş, beriya destpêkirina şerên li dijî Ukraynayê. Îro, rêya koçberiya çêkirî ya bi rêya Belarusê ji aliyê Rusyayê ve tê bikaranîn da ku civakên me û Yekîtiya Ewropî bi tevahî bêîstiqrar bike. Bi saya bergirên biryardar ên hikûmetên herêmê, em zexta koçberiyê bi bandor kêm dikin û sînorên Yekîtiya Ewropayê diparêzin. Em bi hev re rewşa li ser sînorê Belarus û Rusyayê dişopînin û em dizanin ku dibe ku herdu welat provokasyonên sînor organîze bikin.

Em tekez dikin ku em gavên Rusya û Belarusê ya hevkar, wekî hewildanek ji bo têkbirina rewşa herêmê bi zanebûn dibînin. Em bi tundî radigihînin ku em ê bi hev re li dijî vê derkevin. Bersiva me dê hevbeş, bibiryar û guncaw be. Ji bo rewşa niha, di nav de îhtîmala îzolekirina bêhtir herdu rêjîmê bi girtina deriyên sînoran jî heye.”