Îmamoglu: Heger hewce bike, divê serok jî biguhere!

19 June 2023 16:00 0 dîtin
Îmamoglu: Heger hewce bike, divê serok jî biguhere!

PeyamaKurd- Rojnamevan Fatîh Altayli, di qunciknivîsa xwe ya îro de qala hevdîtina bi Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu yê ku piştî hilbijartinan navê wî ji bo Serokatiya Giştî ya CHPê hat axaftin kir.

Li gorî nûçeya Altayli, Ekrem Îmamoglu li ser pirsa, "Gelo CHP wekî tiştek nebûye tevdigere?" got ku “Yên ku dixwazin wisa tevbigerin hene. Divê were dîtin ku hilbijêr çiqasî bêmoral in, çiqas xemgîn û ya herî girîng çiqas bêhêvî ne. Erka me ye ku em vê bêhêvîtiyê sererast bikin.”

Hat diyarkirin ku Îmamoglu li ser pirsa, “Gelo rêya vê, di guhertina serokatiyê re derbas dibe? got ku

“Min tiştekî wiha negot. Ez tenê dibêjim, em nikarin wekî ku tiştek neqewimî be tevbigerin. Divê em wekî 13ê Gulanê berdewam bikin. Beriya her tiştî divê em rûnin û biaxivin, diyar bikin ku divê em çi bikin. Divê rêveberiyên parêzgehan, şaredar, parlamenterên serkeftî û yên têkçûyî werin cem hev û tedbîrên pêwîst bigirin.

Divê em li vê derê behsa guherînê bikin. Min ev yek ji Serokê Giştî re got. Min zêdetir tişt gotin. Tiştên ku min li qadan dîtin min gotin. Min got heger em vê nekin dê hilbijartinên herêmî jî bikevin xetereyê. Ji tiştekî min re negot na. Negot tu şaş î. Wî her tim nêrînên min qebûl kirin.”

‘Ev, pirsgirêkeke civakî ye’

Ekrem Îmamoglu, li ser pirsa ku “Divê guhertin çi bihundirîne?” jî şîroveyên xwe wiha berdewam kir:

“Çi hewce be, divê wê bihundirîne. (Guhertina Serokatî jî di nav de ye?) Heger hewce bike ew jî di nav de ye, hewce ye ku sibe bi dawî bibe, lê divê di zûtirîn demê de dest pê bike. Di vê pêvajoyê de salnameyek tê diyarkirin û her tişt li gorî vê salnameyê bi awayekî li gorî CHPê dimeşe. Serokatî jî pêvajoyê bi awayekî bi rûmet bi rê ve dibe û di dawiyê de destê xwe dide kesekî.”

Îmamoglu, diyar kir ku divê ev guhertin ji aliyê serok ve bê destpêkirin û di derbarê hevdîtina xwe ya bi Kemal Kiliçdaroglu re wiha got:

“Wekî ku min got hevdîtina min a dawî ya bi Serok re gelek erênî bû. Ez wisa difikirim ku dê rê li ber guherînê veke. 

Ev ne meseleya takekesî ya Îmamoglu yan jî kesekî din e. Ev pirsgirêkeke civakî ye. Divê em dîsa hêviyê bidin girseyeke mezin a xelkê ku ji rewşa heyî nerazî ne. Pêwîst e ku em vê bêhêvîbûnê heta hilbijartinên herêmî çareser bikin.”