Erdogan gef li Ewropayê xwar û hisyariya YPGê da Amerîka û Rûsyayê...
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 24ê Cotmehê li Koşka Serokomariyê di gotara xwe ya bo qeymeqaman de, li ser êrîşên Rojavayê Kurdistanê û rêkeftinên bi Rûsya û Amerîkayê re hatine kirin daxuyanî dan.
Erdogan ji ber rexneyên tund ên welatên Ewropî ji bo êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê, car din gefa vekirina deriyan xwar ku bi milyonan penaberan bi ser wan de bişîne.
Erdogan got ku hemû civaka navdewletî êrîşî wan dike û ew jî li hember wê li ser piyan e û li ser êrîşên Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku çi pêwîst be dikin û ewê di plana xwe de berdewam bin.
Erdogan gefa şandina penaberên Sûriyê li Yekîtiya Ewropayê xwar û got, “Dê Yekîtiya Ewropa ji durûtî û nesamîmîbûna xwe dawîya xwe bîne. Ev ne rêyeke baş e. Brexit wisa ji nişka ve çênebû. Dema ez dibêjim, emê deriyan vekin heyirî dimînin. Neheyirin dema saeta vekirina deriyan hat wê bên vekirin.”
Serokomarê Tirk li ser rêkeftina bi Rûsyayê re ku dê hêzên YPGê ji sînoran bên vekişandin jî şik û gumanên xwe bo Rûsya û Sûriyê anî ziman û wiha got:
“Ger rêxistinên terorê bi guhertina nav, al û unîformeyê ji nû ve derxin pêşberî me, em nayên vê lîstikê. Em ji rêya ku zanin venegerin. Em ê hesabê bedelê ku di vê rêyê de bidin jî nekin. Ez tevahiya dinyayê dawet dikin ku bibînin, YPG jî bi qasî DAIŞê xeternak e. Yên ku li senatoya Amerîkayê xwedî li terorîstan derdikevin, hûn kengî bi wan re ewqasî bûne dost?”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin