Erdogan gef li YPGê xwar: Bila YPG xwe ji ser re amade bike!

26 July 2019 13:42 0 dîtin
Erdogan gef li YPGê xwar: Bila YPG xwe ji ser re amade bike!

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li navenda partiya xwe AKPê li Enqerê ragihand, wan xwe ji êrîşa bo ser YPGê, Minbic û Rojhilatê Firatê amade kiriye û got, “bila YPG xwe ji şerê li gel artêşa Tirkiyê re amade bike.”

Serokomarê tirk Erdogan di axaftinên xwe de, amaje bi rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û herwiha polîtîkaya Tirkiyê li hember rûdanên li Sûriyê bi giştî kir. 

Serokomarê Tirkiyê herwiha da xuyakirin, ku wan xwe ji bo encamana operasyoneke leşkerî li dijî hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û bo ser herêmên Minbic û bakurê Sûriyê amade kiriye û got: “Ji bo her cure operasyonekê em destûrê ji tu esî wernagirin.”

‘ERDOGAN GEF LI YPGê XWAR’

Erdogan wiha bi gotina, “Me ji bo Minbic û Rojhilatê Firatê xwe amade kiriye”, amaje bi armanca Tirkiyê ya ji bo “tunekirina YPGê” kir û destnîşan kir: “Em dê navendên YPGê li Rojhilatê Firatê têk bibin.”

'ERDOGAN BANG LI PÊKHATEYAN KIR KU ALÎKARIYA TIRKIYÊ BIKIN'

Di beşeke din a axaftina xwe de, Erdogan bang li pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kir û daxwaz ji wan kir ku alîkariya Tirkiyê bikin. Erdogan wiha got: “Pêwîst e kurd, ereb û tirkmen li bakurê Sûriyê piştgiriya me bikin. Ji bo tunekirina YPGê divê hemû alî alîkarê me bin.”

Serokomarê Tirkiyê, YPG weke ‘neyarê Tirkiyê’ bi nav kir û welatên Ewropî bi wê yekê tohmetbar kir, ku çekan didin wê hêza Kurdî. Erdogan got: “Bila YPG xwe ji bo rûbirûbûna artêşa Tirkiyê amade bike.”

‘EM DÊ DOI SALA 2020an DE S-400an AKTÎF BIKIN’

Erdogan di axaftina xwe de derbarê kirîna F35an û nîqaşên S400î de jî axivî. Erdogan got, “Piştî montaj û dema perwerdehiyê em dê van pergalan (di nîsana 2020an) aktîf bikin û bikar bînin. hûn dibêjin kongre rê nade em F35an bifiroşin. Wê demê em dê di vê miajrê de jî bergiriya xwe bikin. Em dê berê xwe bidin aliyên din û ji wir bikirin. Em wisa dest û pê girêdayî nasekinin.”