Macron: Têkçûna Rûsyayê ji bo Ewropayê pir gring e

27 February 2024 12:43 0 dîtin
Macron: Têkçûna Rûsyayê ji bo Ewropayê pir gring e
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron gringiya şerê Rûsya û Ûkrayna yê ji bo ewlehiya Ewropayê destnîşan kir û got: “Di şerê li Ûkraynayê de têkçûna Rûsyayê ji bo ewlehiya Ewropayê pir gring e.

Macron da zanîn ku bi saya hewla wî, serkirdeyên Ewropa ji bo zêdekirina alîkariya leşkerî ya ji Ûkraynayê re li hev civiyane, lê belê nikaribûne li ser mijara şandina leşker a Ûkraynayê bigihîjin biryareke hevbeş.

Macron got: “Dîsa jî divê ti bijarde neyên piştguhkirin. Ji bo Rûsya bi ser nekeve, em ê her tiştî bikin.

Nêzîkî 20 serkirdeyên welatên Ewropa, ji bo piştgiriya xwe ya ji Ûkraynayê re ragihînin, duh li paytexta Fransa Parîsê civiyan.

Serokkomarê Fransayê Macron, bi armanca bi lez gihandina cebilxane û alîkariya leşkerî ya ji Ûkraynayê re, bi biryareke nişke hevpostên xwe yên Ewropî vexwende Qesra Elysee.

Serokomarê Almanyayê Olaf Scholz û Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron û rêberên welatên Skandînavî û Baltikê jî beşdarî civînê bûn.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku Kongreya wê pakêta dawî ya alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê pesend nekiribû, bi Alîkarê Wezîrê Derve yê berpirsê Ewropa û Avrasyayê Jim O'Brien beşdarî vê civînê bû.

Rûsyayê çalakiyên xwe zêde kir

Şêwirmendên Serokomarê Fransayê wê nirxandinê dikin ku Rûsya, di hefteyên dawî de li Ûkraynayê çalakiyên xwe yên leşkerî zêde kiriye.

Her çend di destpêkê de Ûkrayna di rawestandina pêşveçûna dagirkirina axa xwe ya Rûsyayê de serkeftîbe jî, di çend hefteyên dawî de li rojhilatê welat gellek eniyan ji dest da. Serok û generalên Ukraynayê ji kêmbûna çek û leşkeran gazinan dikin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy roja Yekşemê di duyemîn salvegera şerê Ukraynayê de da zanîn ku di şerê Ûkraynayê de 31 hezar leşkerên Ukraynayê canê xwe ji dest dane.

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustem Umerov jî got ku Rojava nîvê alîkariyên xwe yên ji bo Ukraynayê taloq kiriye û ji ber vê yekê Ûkrayna di aliyê zemîn û mirovî de bedêlên giran dide.