Macron: Eger Rûsya zêde pêsde here divê Ewrûpa amade be da Rûsyayê rawestîne

11 May 2024 17:34 0 dîtin
Macron: Eger Rûsya zêde pêsde here divê Ewrûpa amade be da Rûsyayê rawestîne

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand; eger Rûsya zêde pêşde here divê Ewrûpa amade be da Rûsyayê rawestîne. Macron ragihandina xwe di bersivdayîna bikaranêrenên medya civakî de kir.

Macron got ku ew hêvî dike Fransa mecbûr nebe û nekeve şerekî, ji ber Fransa welatekî aştîxwaze û ne şerxwaze. Macron weha dewam kir:

“Eger Ewrûpa aştiyê bixwaze, divê vêya bike. Divê em xwe çekdar bikin û li hemberê dijminê xwe bikin ku dev ji şer berde û wan bi wî rengî razî bikin. Divê em ji wan re bêjin; ‘eger hun zêde pêşde herin, berjewendiyên me û ewlehiya me tehdîd bikin, em dikarin mudaxele bikin.”

Di rojên borî de, Macron daxwuyanî dabû kovara The Economistê û gotibû eger Rûsya cephê derbas bike û daxwaz jî hebe, ew îhtîmala şandina leşker ya ji bo Ûkraynayê piştguh nakin û gelek welat jî di vê fikrê de bi Fransayê re hemfikrin.

Li aliyê dinê berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov gotibû ku ew dizanin dewletên destekê didin rejîma Kievê, erka wan heye ku leşker bişînin Ûkraynayê, Rûsya vêya dizane û ev fikir ne di berjewendiya wan dewletan de ye.