Mêrdîn | Keça bi navê Emîne Cebe ya 23 salî di îsaatekê de mirî hat dîtin
PeyamaKurd – Li navçeya Kerboran a ser bi Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, keça bi navê Emîne Cebe ya 23 salî di îşaatekê de mirî hat dîtin.
Li gor zanyariyan, Emîne Cebe ya 23 salî roja Pêncşemê bi şev piştî ku ji ber sedemeke nayê zanîn bi malbata xwe re pev diçe ji mala xwe derdikeve û pişt re meytê Emîne Cebe ya 23 salî destê sibehê di înşaatekê de tê dîtin.
Hat zanîn, malbata Emîne Cebe tevî hemû lêpirsîn û lêgerînan tu agahiyek ji keça xwe wernegirtin, lê meytê Emîne Cebeyê ji aliyê zarokan ve di înşaatekê de daliqandî tê dîtin.
Herwiha piştî agahdarkirina zarokan, malbat û tîmên tenduristiyê diçine cihê bûyerê. Meytê Emîne Cebeyê ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê.
Piştî otopsiyê meytê Emîne Cebeyê ji aliyê malbatê ve hat binaxkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin