Cenazeyê keça Kurd Garîbe Gezer wê li Mêrdînê bi axê bê spartin

10 December 2021 19:20 0 dîtin
Cenazeyê keça Kurd Garîbe Gezer wê li Mêrdînê bi axê bê spartin

PeyamaKurd - Cenazeyê keça Kurd Garîbe Gezer ku doh 9ê Kanûnê li hucreya Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê bi awayekî bi guman can dabû şandin bajarê Mêrdînê û wê li wir bi axê bê spartin.

Cenazeyê Garîbe Gezer îro 10ê Kanûnê ji Girtîgeha Kandirayê hat wergirtin û bi rêya Balafirgeha Stenbolê ber bi navçeya Kerboran a Mêrdînê ve bi rê ket.

Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş piştî mirina Garîbe Gezer gotibû, “Me di 25ê Cotmehê de wek grupa Jin ya HDPê  pêşniyarpirsek dabû. Derbarê jina Kurd ya ji Nisêbinê Garibe Gezer ya 28 salî ku girtîbû. Ji girtîgeha Kayseriyê bo Kandirayê hatibû veguhestin. Di dema veguhestinê de rûbirûyî îşkencê, destdirêjî û tecawûzê hatibû. Gezer ji ber xwest vê yekê ji malbat û parêzerên xwe re bibêje bo wê cezayê 22 rojan yê hucreyê hate dayîn. Piştre xwestiye name binîvîsîne vê carê jî bi hinceta ku bi ya wan nekiriye ew xistine odeya bi sifincê. Piştre bi rêya telefonê rewşa xwe ji malbatê re dibêje û agahî gihişte me.”

Meral Daniş Beştaş li ser bûyera Garîbe Gezer diyar kiriye, “Niha jî hat gotin ku Garîbe Gezer li girtîgehê xwe kuştiye. Ev ne xwe kuştineke. Ev mirineke biguman e. Di destpêkê de dozgeriya ku ev mijarên îşkencê, destdirêjî û tecawûz lêpirsîn nekiriye heta rêveberiya girtîgeha Kandirayê, rêveberiya giştî ya girtîgehan û wezaret jî  xwestin ser vê bûyerê bi nixûmînin. Ligel ku jineke ciwan gilî kir ku ew hatiye tecawûzkirin û îşkence lê hatiye kirin derbarê bûyerê de  ti lêpirsîn nehat destpêkirin û ew jî tê wate berpirsiyarê mirina wê ne. Bi rastî em gelekî xemgînin. Ev bûyera kuştinê ye û em daxwaz dikin ku rêveberiya girtîgehê ji kar bê dûrxistin û kesên berpirsiyar bên desteserkirin û lêpirsîn bê destpêkirin.”