Zaroka 5 salî ya 5 roj berê ketibû çalê hat rizgarkirin

06 February 2022 10:25 0 dîtin
Zaroka 5 salî ya 5 roj berê ketibû çalê hat rizgarkirin

PeyamaKurd – Li welatê Mexrîbê zaroba 5 salî ya bi navê Rayan ku 5 roj berê ketibû çaleke 32 metroyan kûr û ji bo seferberî ji bo rizgarkirinê hatibû kirin, şevê din ji çalê hat derxistin.

Li gorî zanyariyan zaroka bi navê Rayan a 5 salî li gundekî bajarê Şafşavat ê welatê Mexrîbê ketibû çaleke 32 metr kûr a ziwa bûbû û 5 roj in xebat ji bo rizgarkirina wê zarokê dihatin kirin.

Rayan dema dileyîst wer bûbû nav wê çalê û ji ber tengbûna devê çalê jî xebatên rizgarkirinê 5 rojan dewam kirin.

Hat ragihandin ku zaroka 5 salî şevê din ji çalê hatiye derxistin û ew rakirine nexweşxaniyê.