4 zarokên di balafira 40 roj berê ketibû de, bi saxî hatin dîtin

11 June 2023 13:23 0 dîtin
4 zarokên di balafira 40 roj berê ketibû de, bi saxî hatin dîtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 4 zarokên di balafira li Kolombiyayê ketibû de, piştî 40 rojan bi saxî hatin dîtin.

1ê Gulanê balafireke piçûk ku 7 kes tê de hebûn li Kolombiyayê winda bûbû û enqaza balafirê jî 17ê Gulanê hatibû dîtin, lê ew zarokên di balafirê de nehatibûn dîtin.

Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku 4 zarokên di wê balafira ketiye de bûn, piştî 40 rojan bi awayekî mucîzeyî bi saxî hatine dîtin.

Hat ragihandin ku her çar zarok di nav daristanê de, ji aliyê leşkeran ve hatine dîtin ku ji ber birçîmanê tenduristiya wan hinekî nebaş e.