Rewsa 20 rêwiyên balafira ku ketibû turbulansê giran e

22 May 2024 17:11 0 dîtin
Rewsa 20 rêwiyên balafira ku ketibû turbulansê giran e

PeyamaKurd – Hate ragihandin, ji 211 rêwiyên balafira Rêhewaya Singapurê ku ketibû turbulansê, rewşa tenduristiya 20 ji rêwiyan giran e û kesekî jî can daye.

Balafira rêwiyan a ji Londonê ber bi Singapurê ve diçû, ketibû turbulansê û neçar mabû paşyê li Bangkok a Taywanê deyne. Di balafirê de 211 rêwî û 18 muretebat hebûn ku rêwiyekî dema turbulansê can da û 20 rêwiyên din jî ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin ku tê gotin rewşa wan giran e.

Ji ber ku balafir ketibû nav turbulanseke tund welatiyekî Brîtanî yê 73 salî li ezmanan jiyana xwe ji dest dabû.