Ji rêwiyên balafira ketî ya rûsî ti kes rizgar nebûye

06 July 2021 18:06 0 dîtin
Ji rêwiyên balafira ketî ya rûsî ti kes rizgar nebûye

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku enqaza balafira cûreya AN-26 a rûsî ya winda bûbû hatiye dîtin û ti kes ji nav balafirê rizgar nebûye.

Çavkaniyên rûsî ragihandine ku hatiye tesbîtkirin enqaza balafirê li rojhilatê Rûsyayê hatiye dîtin. Hat îdiakirin ku enqaz 4 kîlometran dûrî gundê Palanayê hatiye dîtin.

Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê jî ragihandiye ku ji balafira AN-26 a ketiye xwarê ti kes rizgar nebûye ku berê hatibû gotin, 28 kes tê de bûn.