Di balafira ketî de 9 kes kêliya dawî ji mirinê rizgar bûn

11 August 2024 08:24 0 dîtin
Di balafira ketî de 9 kes kêliya dawî ji mirinê rizgar bûn

PeyamaKurd – Hate zanîn di balafira rêwiyan a du roj berê li Brezilyayê ketibû de, 57 kesan can da û 9 rêwî jî kêliya dawî rizgar bûne, ji ber ku negihîştine li wê balafirê siwar bibin.

Li bakurê Sao Paulo bajarê Vinhedo yê Brezilyayê balafireke rêwiyan a 66 kesî bi ser niştingehê de ketibû û hemû kesên tê de can dabûn.

Li gorî meday Brezilyayê 9 kes kêliya dawî ji mirinê rizgar bûne ku li balafirê siwar nebûne.

Wek mînak, rêwiye bi navê Adriano Assis, çûye kafeya balafirgehê negihîştiye siwar bibe û rizgar bûye. Li gorî meday Brezî bi tevahî 9 rêwî bi sedemên cuda li balafirê siwar nebûne û ji mirinê rizgar bûne.