COVID-19 | Pêketî û mirinên dawî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin eskerekirin

21 February 2021 23:54 0 dîtin
COVID-19 | Pêketî û mirinên dawî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin eskerekirin

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê, tabloya rewşa dawî ya vîrusa koronayê ya li bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê belav kir.

Li gorî tabloya 21ê Sibatê di nav 24 saetan de 6 hezar û 546 kesên din bi Covid-19 ketine û 77 nexweşên koronayê jî can dane.

Bi van hejmarên dawî re li gorî amarên fermî heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 milyon û 638 hezar û 422 kes bi koronayê ketine, heta niha 2 milyon û 523 hezar û 760 kes baş bûne û 28 hezar û 60 kesan jî can daye.