COVID-19 | Tabloya dawî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat eskere kirin

06 June 2021 21:30 0 dîtin
COVID-19 | Tabloya dawî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat eskere kirin

PeyamaKurd – Li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 96 kesên din ji ber vîrusa koronayê mirin û 5 hezar û 386 kes jî pê ketin.

Di tabloya îro Yekşemê ya Wezareta Tenduristiya Tirkiyê de hat eşekerekirin ku ji 204 hezar û 827 testên koronayê ya 5 hezar û 386 kesan pozîtîf derketiye û hejmara pêketiyên giştî gihîştiye 5 milyon û 287 hezar û 98 kesan.

Herwiha 96 kesên din jî bi koronayê wefat kirine û hejmara mirinan jî bûye 48 hezar û 164 kes.