Tabloya Covid-19 ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat eskere kirin

27 June 2021 22:15 0 dîtin
Tabloya Covid-19 ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hat eskere kirin

PeyamaKurd - Li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê di nav 24 saetên borî  de 52 kesên din ji ber vîrusa koronayê mirin û 4 hezar û 883 kes jî pê ketin.

Wezareta Tenduristiya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê ya 27ê Hezîranê eşkere kir.

Li gorî tabloya wezaretê di 24 saetên dawî 52 kesan jiyana xwe ji dest daye û 390 nexweşên nû jî tê de 4 hezar û 883 pêketî hatine tomarkirin.  

Bi van amarên dawî re li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara mirinên ji koronayê gihîşt 49 hezar û 576 kesan û hejmara pêketiyan jî bû 5 milyon 409 hezar 27 kes.