TABLOYA COVID-19 | Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 318 wefatên din hatin tomarkirin
PeyamaKurd – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de 318 kesan ji ber nexweşiya vîrusa koronayê can da.
Wezareta Tenduristiya Tirkiyê eşkere kir, di nav 24 saetên dawî de 55 hezar û 802 kesên din bi koronayê ketine û 318 kesan jî can daye.
Bi van amarên dawî re hejmara pêketinan gihîşt 4,268,447 kesan, ya mirinan bû 35,926 kes û heta niha 3,687,590 nexweş jî baş bûne.
Bi van hejmarên dawî re Tirkiye di hejmara pêketinên rojekê de li cîhanê kete rêza 7an û di mirinan de jî di rêza 4an de cî girt.


Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin