Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 13 wefat, 3559 pêketî

26 July 2021 15:03 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 13 wefat, 3559 pêketî

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 3559 kesên bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 13 kes jî mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 3559 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 970 kes li Hewlêrê, 893 kes li Silêmaniyê, 1559 kes li Duhokê, 19 kes li Helebce, 88 kes li Germiyanê û 24 kes li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 13 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 1 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 1 kes li Raperînê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1041 nexweş jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan bi giştî gihîşt 217 hezar û 565 kesan, ya mirinan bû 4 hezar û 702 kes û heta niha 193 hezar û 392 kes jî baş bûne.