Afganistan: "Me xwe gihand 2 cesedên balafira Rûsyayê ya ku ketibû"
PeyamaKurd – Wezareta gihandinê û hewageriya Afganistanê ragihand ku balafira roja Şemiya çûyî li Afganistanê ketibû, di balafirê de 6 kes hebûn û ji wan 4 kes bi rih hatibûn rizgarkirin û niha xwe gihandine 2 cesedên ku heya niha wenda bûn.
Balafira ku li bakûrê Afganistanê li bajarê Bedexşanê Şemiya çûyî ketibû ya tîpa Falcon 10 bû, ji Taylanê ji bajarê Pattaya di ser Hindistan û Özbekistanê de nexweş dibir Moskovayê.
Rêvebiriya hewayî ya Rûsyayê ragihandibû ku balafira wan li ser Afganistanê wenda bûye, di balafirê de 4 muretebat û 2 kesên din hebûne. Berdevkê wezareta Afganistanê Emam Ahmadi mijarê weha ragihand:
“Di balafirê de 2 ajotvan (pilot), 2 doktor û 2 nexweş bi temamî 6 kes hebûn. Balafira Rûs li çiyayê Bedexşanê ketibû. Tîmên me 4 kesan bi rih rizgar kir. Mixabin 2 ji wan can dabûn. Ciyê balafir lê ketiye çiyaye û 1 metre berf heye. Mirov alîkariyê kirin. Balafira rizgarkirinê bi zorê xwe gihand deverê. Me birîndaran rizgar kir û rewşa wan baş e. Ji bo neqla 2 cesedan amadekarî hatin kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin