Kolberê 45 salî bi guleyên rasterast ên pasdaran hat kustin
PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku şeva borî kolberekî Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, bi guleyên rasterast ên pasdarên Îranê hate kuştin.
Hate ragihandin ku kolberekî temen 45 salî yê xelkê bajarê Seqizê yê bi navê Mensûr Mihemedînijad di dema kolberiyê de, bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê li sînorê Bestamî ya girêdayî bajarê Seqizê hate kuştin.
Hengawê daye zanîn, ew hemwelatî xelkê gundê Cunyan ê navçeya Zêwe ya bajarê Seqiz e û li rûbarê Bestam bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê hatiye kuştin. Hate zanîn ku kolber ji piştê ve û bi guleya çeka keleşînkof hatiye kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin