Li Banê 2 kolberên Kurd bi guleyên rasterast hatin kustin

11 January 2024 21:41 0 dîtin
Li Banê 2 kolberên Kurd bi guleyên rasterast hatin kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li nav sînorên bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê, 2 kolberên Kurd bi guleyên rastrast ên Sûpaya Pasdarên Îranê hatin kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan Kurdpayê ragihand ku roja Çarşemê kolberên bi navên, Mîrza Ehmedî û Şoreş Xeregoşî dema ku karê kolberiyê dikirin bûne armanca guleyên pasdaran û ji ber giraniya birînên xwe can dane.

Kurdpayê daye zanîn ku Mîrza Ehmedî 43 salî bûye û xelkê gundê Hincine yê bajarê Banê ye û bavê 2 zarokan bûye.

Herwiha kolberê din Şoreş Xeregoşî jî bavê zarokekê bû ku 2 gule li sînga wî ketine û can daye.