3 kolberên Kurd bi guleyên rasterast hatin birîndarkirin

31 March 2024 13:30 0 dîtin
3 kolberên Kurd bi guleyên rasterast hatin birîndarkirin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku 3 kolberên xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê li ser sînorê Newsûd a Rojhilatê Kurdistanê hatin birîndarkirin.

Çavkaniyên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku di nav 2 rojên borî de 3 kolberên bi navên Cemal Qadrî, Hebîb Şîrî û Burhan Weysî bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê li sînorê Newsûd a ser bi parêzgeha Kirmaşanê hatine birîndarkirin.

Hate zanîn ku ew hersê kolberan ji bo çareseriya bijîşkî ji bo nexwaşxaneya Pawe hatine veguhestin.

Ji dema piştî Newrozê heta niha nêzîkî 40 kolber li sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin.