Rojhilat | 4 Kurd bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di xwepêşandanên şeva borî yên protestokirina rejîma Îranê de, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên Kirmaşan, Sine û Bokanê hêzên Îranê bi gulebarana rasterast êrîşî xwepêşanderan kir.
Li gorî ragihandina çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê, li bajarên Kirmaşan, Sine û Bokanê 4 kes ji ber teqekirina rasterast a hêzên serkutker ên rejîma Îranê hatine şehîdkirin.
Hatiye diyarkirin ku li bajarê Kirmaşanê, 2 serhilderên Kurd ên bi navên “Sîna Nadirî û Armîn Seyadî”, li bajarê Sineyê serhilderekî Kurd ê bi navê “Ezîz Muradî” û li bajarê Bokanê, jî Kurdekî bi navê “Kemal Feqîhî” di encama gulebarana rasterast a hêzên ewlehî û Întizamî yên rejîma Îranê de, hatine kuştin.
Li gorî amarên ajansa Kurdpayê di xwepêşandanên berdewam ên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî de, heta niha di nav 4 hefteyan de li Rojhilatê Kurdistanê 35 kes bi guleyên hêzên rejîmê hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin