3 kolberên Kurd bi guleyên rasterast hatin birîndar kirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di nav du rojên dawî de, sê kolberên Kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve bi guleyên rasterast hatin birîndar kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê daye xuyakirin, du kolberên bi navên Sebah (43 salî) xelkê gundê Helûjan ê bajarê Merîwanê û Kenan Tebasîde 828 salî) yê xelkê bajarê Merîwanê bi guleyên rasterast ên hêzên rejîmê li ser sînorê Tete ya Hewramanê hatin birîndarkirin.
Dîsa kolberekî xelkê bajarê Dîwandere yê bi navê Ferîd Nawbag jî bi teqeya rasterast a hêzên pasdaran li ser sînorê Bane birîndar bû û bo nexweşxaneya bajarê Bane hate veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin