Rojava | Li ser daxwaza esîran efûya gistî hate ragihandin

17 July 2024 18:39 0 dîtin
Rojava | Li ser daxwaza esîran efûya gistî hate ragihandin

PeyamaKurd – Piştî civîna îro 17ê Tîrmehê ya Fermandariya Giştî ya (HSD), Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a sêalî li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser efûya giştî hate ragihandin.

Di civînê de rewşa siyasî, aborî û encamnameya komcivîna êl û rûsipiyên herêmê hate niqaş kirin.

Piştî gotûbêjên civînê, Meclîsa Gelan a Demokratîk efûyeke giştî derxist. Hate diyarkirin ku efû bi boneya salvegera şoreşa 19ê Tîrmehê hate derxistin.

Qanûna efûya giştî li ser daxwaza rûspiyên herêmê, hate derxistin.

Rûspiyan di Komxebata Yekitiya Nîştimanî ya Êlan û Pêkhateyên Sûriyeyê ya 2. de ji bo kesên destê wan di rijandina xwîna sûriyan de tune ye, efûyeke giştî xwestibû.

Li gorî biryara efûyê;

Cezayên girtiyên demkî nîvê wê hat efûkirin.

Cezayê hetahetayî dê bi cezayê demkî ya 15 salan bê guhertin.

Her wiha di biryarê de ji bo girtiyên cezayê wan heta hetayî û bi nexweşiyeke bêdermanketî jî biryara efûyê hatiye dîtin.

Ji bo girtiyê sûcê wî heta hetayî û temenê xwe jorê 75 salî jî heman biryara efûyê derket.

Di biryara efûyê de, tê gotin, biryara efûyê tewanên ku bûne sedama mirina kesekî nagirtin nava xwe.

Ev Efû bandorê li doza mafê kesane nake û di hemû dozan de mafê kesê zirardîtî heye ku doza xwe li ber dadgehên dadweriyê veke.

Meclisê diyarkir ku ev biryarên efrûyê piştî derketina wê ji aliyê Encûmena dadweriya civakî ya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê ve dikeve meriyetê.