Rojava | HSD ji bo kesên leskerî nekirine efûya gistî nîqas dike
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi amadebûna Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, endamên fermandariya giştî, fermandarên meclîsên herêman û saziyên fermî yên girêdayî HSDê civîna xwe ya asayî li dar xist.
Di civîna ku hejmarek mijar û pirsên Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola HSDê hatine gotûbêjkirin de, li ser kesên leşkerîya neçarî nekirine û yan ji leşkerîyê reviyane jî nîqaş hate kirin.
Li gorî medya Rojava, ji bo kesên ku ji erka xweparastinê reviyane derxistina biryara efûyê ya giştî hate nîqaşkirin û hate gotin avakirina komîteyekê ji bo van kesan yek ji rojevên civînê bû.
Herwiha biryar hate dayîn ku girêbesta di nava HSDê de ji bo 3 salan were diyarkirin û perwerdeyên leşkerî bi taybetî ji bo şervanên nû werin zêdekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin