Li Rojavayê Kurdistanê efûya gistî hat derxistin

11 October 2020 11:06 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê efûya gistî hat derxistin

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû tawanên berî 10ê Cotmeha 2020an hatine kirin efûya giştî derxist.

Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê doh10 Cotmehê hemû kesên berî 10 Cotmehê sûc kirine efû kir û bi daxuyaniyekê tawanên nakevin nava biryara efûyê, diyar kirin.

Di biyara efûya giştî de cezayên binpêkirin û gunehan bi temamî têne efûkirin, lê cezayê cinayetan  ji cezayê heta hetayê dibe 20 sal zindan û cezayê zindanê ji bo nîvî tê kêmkirin.

Dîsa heger kesê cezakirî bi nexweşiyeke bêçare be, tevahiya hikmê wî tê efûkirin.

Li gorî biryarê tawanên nakevin nav efûyê jî wiha ne: “Sûcên îxanet û ajantiyê, sûcên kuştina bi hinceta namûsê, sûcên bazirganiya madeyên hişbirê, fermandar û endamên rêxistinên terorîst ên beşdarî operasyonên leşkerî û teqînan bûne û hemû sûcdarên dozên terorê.”