Nasnameyên kesên li Mêrdînê qeza kiribûn, hatin eskerekirin
PeyamaKurd- Di qezaya trafîkê ya ku duh li navçeya Dêrikê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê çêbûbû de nasnameyên kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn, hatin eşkerekirin.
Di qezaya ku 20 kesan canên xwe ji dest dabûn û 26 kes jî birîndar bûbûn de hat zanîn ku rewşa 7 kesên ji birîndaran, ne baş e. Piştî kirariyên otopsiyê, kesên ku jiyanên xwe ji dest dabûn, radestî malbatên wan hatin kirin û nasnameyên kesan jî ji aliyê rayedaran ve bi raya giştî re hatin parvekirin. Navên ku hatin parvekirin, ev in:
“Şervan Tanrisever, Mihriban Tanrisever, Maşallah Baglayan, Mulkiye Acar, Kemal Dag, Necla Arda, İsa Ayebe, Hamit Akkoyun, İnan Berk, Sitti Abul, Hatip Denk, Ahmet Akdag, Mehmet Ekinci, Bawer Babur, İrfan Aktaş, Baran Açan (parêzer), Yahya Ergun (polîs)”
Li ser qezaya ku wekî bobelat hat destnîşankirin, Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu çûbû herêma qezayê û dabû zanîn ku 2 ajokar hatine desteserkirin.
Li ser heman mijarê Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag jî eşkere kiribû ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê ve li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin