Qeyûmê Mêrdînê 46 kesên din jî ji kar bi dûr xistine
PeyamaKurd – Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, 46 kesên din jî ji kar hatine bidûrxistin. Bi vî awayî hejmara kesên ku ji kar hatin bidûrxistin, bûye 236.
4ê mijdara 2024an cara sêyemîn qeyûm tayînî şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê hatibû kirin. Ji 4ê mijdarê ve ku qeyûm tayînî wê hat kirin, qeyûm 190 kes ji kar bi dûr xistibû û li gorî Ajansa Mezopotamyayê 46 kesên din jî ji kar hatine bidûrxistin.
Tê diyarkirin ku ew kesên ku ji kar hatine bidûrxistin dê serî li dadgehê bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin