Biryara Neteweyên Yekbûyî: Ji bo lêgerîna kesên wenda yên li Sûriyeyê wê rêxistinek bê avakirin
PeyamaKurd – Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) avakirina dezgeheke ji bo lêkolînkirina kesên wenda li Sûriyê pejirand.
Di dengdana ku li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin de biryara avakirina Rêxistina Serbixwe ya Lêkolîna Wendayan li Sûriyeyê bi 83 dengên ‘erê’ li hember 11 dengên ‘na’ û 62 dengên ‘bê’ hat qebûlkirin.
Di nav wan kesên ku dengê 'na' dan biryarê, Sûriye û Rûsya û Çîn jî hebûn.
Di biryarnameyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pabendbûna bi hêz a serwerî, serxwebûn û yekparçebûna axa Sûriyê dupat kir.
Bi bîr xist ku mafê malbatên li Sûriyeyê heye ku aqûbeta xizmên wendayan zanibin û hate gotin ku heta niha di warê kêmkirina êş û azarên malbatan de pêşketinek kêm pêk hatiye.
Biryarê damezrandina Rêxistina Serbixwe ya Vekolîna Kesên Wenda li Sûriyê, di bin çavdêriya NY de pejirand, da ku derbarê çarenivîsa windayan agahdar bibe û piştgirî ji rizgarbûyan re peyda bike.
Di biryara navborî de hat gotin ku Rêxistina Serbixwe jî wê xwediyê hêmaneke pêkhatî be ku beşdariya tam a malbatên qurbanî û wendayan li welat misoger dike.
SEKETERÊ GIŞTÎ BANG KIR
Di meha Adarê de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bang li Civata Giştî ya NY kir ku rêxistineke navdewletî ya nû ava bike da ku çarenivîs û cihê kesên winda li Sûriyê diyar bike û piştgirî bide xizmên qurbaniyan.
Guterres diyar kir, civaka navneteweyî di warê "şakirina" gelê Sûriyeyê û dabînkirina aştiya domdar de berpirsyar e û got, malbatên ji hemû beşên welat wenda ne.
Guterres bal kişand ser wê yekê ku rewş pêwîstî bi lezgînî heye û got, "Qeder û çarenivîsa nêzîkî 100 hezar Sûrî ne diyar e. Ji bo çareserkirina vê rewşa bi êş divê em bi biryar û bilez tevbigerin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin