Neteweyên Yekbûyî pêsnûmeya biryara agirbestê qebûl kir!

28 October 2023 09:58 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî pêsnûmeya biryara agirbestê qebûl kir!

PeyamaKurd – Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşnûmaya biryara "agirbesta însanî ya lezgîn, mayînde û daîmî ya li Gazzeyê û rawestandina şer" qebûl kir.

Tezkereya ku ji aliyê Urdun ve hat pêşkêşkirin û Tirkiye jî di nav de nêzî 50 welatan bi hev re pêşkêş kir, di rûniştina Rewşa Awarte ya Taybet a Filistînê ya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya ku ji 193 endaman pêk tê, hat dengdan.

Tezkere bi 120 dengan li hember 45 dengên “bêlayen” û 14 dengên “na” hat qebûlkirin.

Di biryarê de hat destnîşankirin ku divê alî li gorî hiqûqa navneteweyî, hiqûqa mirovî ya navneteweyî û hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan erkên xwe pêk bînin û hat diyarkirin, divê ev yek bi taybetî ji bo parastina sivîlan û binesaziyên sivîl bê kirin.

Di biryarnameyê de her cure tundiya li dijî Îsraîlî û Filistîniyan, di nav de çalakiyên terorîstî û êrîşên bêserûber, tên şermezarkirin. Herwiha hat gotin ku divê "demildest û bê şert û merc hemû sivîlên girtî yên neqanûnî bên berdan û muameleya mirovî ya bi van kesan re li gorî yasayên navneteweyî bê kirin."