Neteweyên Yekbûyî pêsnûmeya yekem a li ser zîrekiya çêkirî qebûl kir
PeyamaKurd – Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşnûmeya ewil a ku wê bingeheke gerdûnî ya birêkûpêkkirina teknolojiya zîrekiya çêkirî pêk bîne qebûl kir.
Li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li ser pêşxistin, bikaranîn, gihîştin û belavkirina teknolojiyên zîrekiya çêkirî rûniştinek hat lidarxistin.
Di danişînê de biryara ku di bin serokatiya DYA û bi piştgiriya 123 welatan de, bi armanca "Sîstema zîrekiya çêkirî ya ewledar li ser asta cîhanê" hat dayîn, bi yekdengî hat qebûlkirin.
Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield di axaftina xwe ya beriya dengdanê de wiha got: "Di vê heyama ku cîhan li ser mijarên sînordar li hev dikin, girîngiya vê biryarê belkî gihîştina lihevkirineke berfireh e ku bi pêş ve biçin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin