Mistefa Hicrî pêswazî li biryara Neteweyên Yekbûyî kir: 'Gaveke girîng a îzolasyona rejîma Îranê ye'
PeyamaKurd – Piştî ku Neteweyên Yekbûyî (NY) dewleta Îranê ji Komîsyona Mafên Jinan derxist, ev biryara dema protestoyên berdewam ên dijî rejîma Îranê ji aliyê jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
Berpirsê Navenda Rêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî jî pêşwazî li biryara NY ya derbarê Îranê de kir.
Hicrî di peyameke li ser medya civakî de got, “Derxistina Komara Îslamî ji Komisyona Netewên Yekbûyî ya Pêgeha Jinê, gaveke din a girîng e ji bo îzolasyona cîhanî ya vê rejîmê.
Biryarname bi sedema binpêkariyên zêde û serkutên sîstematîk yên mafê jinan ji aliyê rejîma dijî jinan ve hatiye pejirandin, ev pêngaveke din a ber bi serkeftina tevgera Jînê ye.”
Mistefa Hicrî wiha pê de çû: “Ji bo vê destkefta mezin ji tev jinên pêşeng yên di tekoşîna bo herfîna rejîmê û hemû malbatên şehîdan û girtiyên siyasî û qurbaniyên tevgera sê mehên derbasbûyê re pîrozbahiyê dibêjim. Bi hêviya serkeftina dawî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin