Tirkiyê di operasyona Pençe-Kilît de kustin û birîndarbûna 5 leskerên xwe ragihand

26 April 2022 18:14 0 dîtin
Tirkiyê di operasyona Pençe-Kilît de kustin û birîndarbûna 5 leskerên xwe ragihand

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku di operasyona Pençe-Kilit a li nav sînorên Herêma Kurdistanê li dijî PKKê berdewam dike de, 2 leşkerên wan hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya MSBê de hatiye gotin,  di encama êrîşeke bi roketan de leşkerî bi peyman Yunus Kalkan û Firat Canli can dane û 3 leşkerên din jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku leşkerê bi navê Firat Canli ji ber giranbûna birînên xwe li nexweşxaneyê can daye û dermankirina 3 leşkerên din jî berdewam dike.

Artêşa Tirkiyê ji şeva 18ê Nîsanê ve li dijî PKKê operasyoneke mezin li nav sînorên Herêma Kurdistanê daye destpêkirin ku hîn jî berdewam dike.