Tirkiyê biryar da: Vê havînê dawî li Operasyona Pence-Kilît tê
PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku havîna 2024an “Operasyona Pence-Kilîd” a nav sînorê Herêma Kurdistanê ku ji 17ê Nîsana 2022yan ve li dijî PKKê tê kirin, bidawî dibe.
Herwiha hatiye diyarkirin, "Operasyonên bêpêşbînî û bilez bi awayekî ku PKK nikaribe tevbigere dê berdewam bikin."
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de hatiye gotin: “Wekî ku Serokomar û wezîrê me berê jî gotibûn, dê vê havînê qufleya Operasyona Pence-Kilîdê bê girtin. Di dema ku ev tê girtin Wezîrê me diyar kir ku ka em ê bi çi prensîbên bixebitin. Operasyonên bêpêşbînî û bilez bi awayekî ku PKK nikaribe tevbigere dê berdewam bikin."
Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirkiyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê bi hinceta hebûna PKKê operasyona bi navê “Pence-Kilîd” dabû destpêkirin ku heya niha jî dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin